HAK-PAR û Hereketa Azadîyê yekrêziya partiyên Kurdî bi “girîng” dizanin

Serokê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) Latif Epozdemir li Diyarbekirê serdana Hereketa Azadîyê kir

Diyarbekir (K24) – Serokê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) Latif Epozdemir duhî 13/12/20201ê li Diyarbekirê serdana Hereketa Azadîyê kir.  

Serokê HAK-PARê û heyeta bi pê re ji aliyê Sekreterê Giştî yê Hereketa Azadî Metîn Pîranî ve hat pêşwazîkirin.

Di hevdîtinê de behsa girîngiya yekrêziya di navbera partiyên Kurd an hate kirin.

Sekreterê Giştî yê Hereketa Azadî Metîn Pîranî, anî ziman ku Hak-Par di nava Kurd an de partiyeke girîng e û got, divê ji bo hilbijartina xebateke nû bik e.

Sekreterê Hereketa Azadîyê, di axaftina xwe de, bal kişand ser girîngiya helwesteke netewî ya Kurdan û got ku divê Hak-Par di vî warî de bibe pêşeng.

Pîranî, her wiha got, ew Hak-Parê wek mala xwe dibînin.

Di hevdîtinê de Serokê Giştî yê HAK-PARê Latif Epozdemir jî behsa girîngiya Tevgera Azadîyê kir û got ku ew Azadiyê nêzî xwe dibînin.

Epozdemîr, diyar kir, ew helwesta Azadiyê ya serxwebûnê bi qîmet dibînin û ew amade ne ku her cure piştgiriyê bidin xebatên wan û wiha got; “Deriyê Hak-Parê ji Herekete Azadîyê û partî û tevgerên din ên Kurdistanî re her tim vekirî ye. Emê kêyfxweş  bibin ku digel Hereketa Azadî bixebitin. Em partiyeke Kurdistanî û netewî ne. Em piştgiriyê didin her cure xebatên ku di berjewendiya Kurd an de bên kirin.”