Li Herêma Kurdistanê nêzîkî 100 milyar Dînar ji bo rûbirûbûna Koronayê hatine xerckirin

Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê daxwaz ji hemû mamosteyan kir ku xwe vaksîn bikin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê aşkere dike, ji destpêka belavbûna vîrûsa Koronayê û heta niha nêzîkî 100 milyar Dînar ji bo rûbirûbûna wê pandemiyê hatine xerckirin.

Wezîrê Tendirustiyê Dr. Saman Berzincî îro li Hewlêrê di konferanseke rojnamevanî ligel Nûnerê Rêxistina Tendirustiya Cîhanî Ehmed Zewîtin de ragihand, ji meha borî ve rêjeya wergirtina vaksînan zêde bûye.

Diyar kir jî: “Heta niha li Herêma Kurdistanê testa Koronayê ji 3 milyon û 587 hezar kesan re hatiye kirin, ji wê hejmarê zêdetir ji 378 hezar pêketî hatine tomarkirin û ji wan jî 367 hezar kes baş bûne.”

Dr. Saman Berzincî got: “Heta niha 3 hezar û 832 nexweş li Herêma Kurdistanê heye ku piraniya wan li malê çareseriyan werdigirin û beşek jî li nexweşxaneyan e. 7 û 12 kesan jî canê xwe ji dest dane.”

Destnîşan kir: “Heta niha 1 milyon û 700 daneyên vaksînan hatine bikaranîn, ji wê hejmarê 58 hezar û 740 mamosteyan vaksîn wergirtin. Daxwaz dikin hemû mamosteyên din jî xwe vaksîn bikin.”

Wezîrê Tendirustiyê ragihand: “Ji destpêka belavbûna vîrûsa Koronayê û heta niha nêzîkî 100 milyar Dînar ji bo rûbirûbûna wê pandemiyê hatine xerckirin.”