Rayedareke WHO: Cîhan bi tsunamiya Delta û Omicron re rû bi rû ye

Maria Van Kerkhove
Maria Van Kerkhove

Navenda Nûçeyan (K24) – Seroka Tîmê Teknîkî li Yekîneya Nexweşiyên Lezgîn a WHO Maria Van Kerkhove got, cîhanî bi tsunamiya pandemiya vîrûsa Koronayê re rû bi rû ye.

Kerkhove di hevpeyivînekê de ji rojnameya Spanî “Pais” re got: “Em li cîhanê bi tsunamiyek pandemiyê re rû bi rû ne, hem bi Delta û hem jî bi Omicron re.”

Kerkhove got jî: “Divê em dawî li pandemiyê bînin. Divê em belavbûna vîrusê kêm bikin, bi vaksînan xwe ji nexweşiyên giran dûr bixin û dermankirinê di dema guncwa de misoger bikin. Divê sala 2022an bibe dema vê yekê.”