Dolar li hember Lîreya Tirkî rekorteke dîrokî

Stenbol (K24) - Li Tirkiyê di destpêka hefteyê de piştî ku dolar rekortên nû li xwe tomarkirin, bû 17.74. Euro jî piştî vê rekorta herî bilind ya dîrokî zîrveyeke nû li tomar kr bû 20 lîre.

Roja Înê di 17ê meha Berfanbara 2021an de Dolarê Emerîkî li ser seyra bilindbûnê bû. Hefteya borî bi zêdebûneke ji sedî 5.2 dawî li hefteyê anî bû û bûbû 16.505 Lîreyê Tirkiyê. Lê dolar di destpêka hefteya nû de piştî nîvro saet li dora 15.00an li gorî asta dawiya hefteya borî ji sedî 8 li xwe zêde kir û bû 17.8514.

Di heman mêweyê de Euro jî ji sedî 8 nirxê xwe bilind kir û bû 20.1558. Herwiha yek girama zêr jî rekorta xwe ya di dîroka Komara Tirkiyê de şikenand û çû ser 1.030 Lîreyê Tirkiyê.

Li gorî aborînasan û şarezayên babetê, li Tirkiyê qeyraneke eşkere heye kur û daye, lê tê veşartin. Bi boçûna eniya muxalefetê û şarezayan, destewêrdana desthilata siyasî ya li nava Bankaya Navendî baweriya portfoyên biyanî ji bazara Tirkiyê dişkîne û dibe sedema peydabûna metirsiyan û bilindbûna nirxê dolar. Herwiha kêmkirina faîzan û bilindbûna enflasyonê yanî hilawesanê jî dibe sedema kêmebûna nirxê Lîreyê Tirkiyê. Ev jî ji ber ku rê li ber endîşe û metirsiyan vedike, bi ser de jî dolar her bilind dibe, li nava bazara Tirkiyê bihayê hertiştî jî ji sedî 200 zêde dibe û dihêle ku welatî nema karibin li nava bazarê danûstandina pêdiviyên xwe yên sereke jî bikin.

Hikûmeta Tirkiyê jî sedama vê aloziyê û bilindbûna dolar û ketina nirxê Lîreyê Tirkiyê wek destewêrdaneke ji derve yanî hêzeke navdewletî şîrove dike û dibêje; dinya hesûdiyê dike ji Tirkiyê loma jî dixwazin aboriya Tirkiyê têk biçe.