Li Tirkiye û Bakur hejmara pêketiyên Koronayê zêde dibe

Di 24 demjimêrên borî de 66 hezar û 467 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketine.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 143 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 5ê Çileyê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.

Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 66 hezar û 467 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û 143 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Herwiha di 24 demjimêran de 29 hezar û 316 kes baş bûne.