Li Tirkiyê 68 hezar û 413 kesên din bi Koronayê ketin

156 kesan jî jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 156 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 6ê Çileyê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.

Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 68 hezar û 467 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketine û 156 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Herwiha di 24 demjimêran de 25 hezar û 502 kes baş bûne.