Penaberên Sûrî: Ji bo vegerê baweriya me bi Şamê nayê

kurdistan24.net

Stenbol (K24) – Rêveberiya Sûriyê, ji bo vegera koçberên Sûrî bo welatê xwe amadekariya afûyê û hin penaberên yasayî dike. Rayedarên Sûrî, di wê baweriyê de ne ku destwerdana hêzên derva li Sûriyê, pêşiya vegera penaberan digire. Beşek zêde penaberên li Tirkiyê dijîn, ji ber nediyariya siberoja welatê xwe û bawerî bi Şamê naynin, naxwazin vegerin Sûriyê. Rayedarekî Opozîsyona Sûrîyê jî dibêje, heta jîngeheke ewle, guhertineke siyasî li nav desthilata li Sûriyê neyê kirin vegera penaberan zehmet e.

Rêveberiya Sûriyê, ji bo vegera penaberên Sûriyî yên ku koçî welatên derva kirine amadekariya efûyê dike. Ajansa dewleta Sûriyê “SANA” ragihand, hikûmeta Esad girîngiyê dide bo vegera penaberan û ji bo vê jî hinek xebatên yasayî tên kirin.

Wezîrê Jîngeh û Rêveberiya Herêmî yê Sûriyê Huseyin Maxluf da zanîn biryarnameyên afû, û dosyayên rêkeftinê amade dikin da ku vegera penaberên Sûrî hêsantir bikin. Li gor Mahluf destwerdana hêzên derva û gemaroyên li ser Sûriyê rê li vegera penaberan digire.

Beşeke zêde penaberên Sûrî yên li Stenbolê dijîn, baweriya xwe bi hikûmeta Esad naynin û ji ber nediyariya siberoja welatê xwe naxwazin vegerin Sûriyê.

Penaberekî Sûrî: Ev nêzîkî 4 meh in ez li Tirkiyeyê dijîm. Li Stenbolê di otelekê de dixebitim. Malbata min li Idlîbê ye, ez jî bi pereyê li vir qezenc dikim, alîkariya malbata xwe dikim. Naxwazim vegerim Sûriyê, çimkî li Sûriyê bêderfetî û nediyarî heye.

Penaberekî din ê Sûrî: Ne pêkan e ku em vegerin Sûriyê. Ji bo vegera me tişteke maqûl nehiştin. Baweriya min bi Esad qet nîn e, ew û kesên li derûdora wî tev derewa dikin.

Penaberekî din: Ez tu caran nafikirim ku vegerim Sûriyê. Li aliyekê şer berdewam dike û li aliyekê jî rêvebirineke şikestî niha li Sûriyê heye. Rayedarên niha li Sûriyê ne dirûst in.

Li gor Sekreterê Lijneya Siyasî ya Opozîsyona Sûriyê Abdulmacîd Barakat vegerandina penaberan ji ber metirsiya ewlehiyê û bi rêvebiriya niha ne pêkan e.

Abdulmacîd Barakat ji K24ê re got: Vegera penaberan bo herêmên hêzên Rûsya û hikûmeta Sûriyê lê serdest in berê jî hatibû ragihandin lê têk çûbû. Heta jîngeheke ewle, aram û guhertineke siyasî li Sûriyê neyê pêkanîn ev biryara dawî jî naçe serî. Jixwe sedema sereke ya koçkirina penaberan êrîşên hêzên Esed e û astengiya mezin bo vegera penaberan rejîma Sûriyê bi xwe ye. Bi biryareke navneteweyî û guhertineke di nava desthilata niha ya li Sûriyê de hêsantir e ku penaber vegerin.

Li Sûrî di sala 2011an de bi tesîra Bihara Ereban xwepêşandan li dijî rêveberiya Esad dest pê kir. Di şerê navxweyî de nêzî 400 hezar kes mirin. Ji zêdeyî 5 milyon û nîv Sûriyî ku ji şer reviyan piraniya wan berê xwe dan Tirkiye, Lubnan û Urdin.