Li Tirkiyê 141 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 8ê Çileyê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 141 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 8ê Çileyê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.

Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 66 hezar û 237 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketine û 141 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Herwiha di 24 demjimêran de 34 hezar û 592 kes baş bûne.