Bi saya lîstikvanê Kurd, Borussia serkeftineke giranbuha tomar kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Tîma Borussia Dortmundê bi saya lîstikavê Kurd ê ji bajarê Amûdê Mehmûd Dawûd, bi serkeftineke giranbiha ji meydana Eintracht Frankfurt vegeriya.

Di gera 18emîn a Lîga Futbolê ya Almanyayê (Bundesliga) de Borussia Dortmund şeva borî bû mêvana Eintracht Frankfurt bi encama (3-2) bi ser ket.

Eintracht Frankfurt destpêkê bi riya lîstikvanê xwe Rafael Buri bi du golan di xulekên (15 û 24) ên nîvê yekem zû pêş ket.

Lê Borussia di nêvê duyem de karî her tişt serûbin bike, ji ber ku lîstikvanê wê Thorgan Hazard di xuleka (71) de ferqêkêm kir û hevkarê wî yê îngilîz di xukeka (87) encam wekhev kir.

Lîstikvanê Kurdê Mehmûd Dawûd di xuleka dawî de, bi lêdaneke xurt ji derûdora qada cezayê ve, gola serkeftinê ji Borussia re tomar kir.

Mehmûd Dawûd Kurdekî bajarê Amûdê ye û ji sala 1996an koçberî Almanyayê bûye. Pêştir jî bi Borussia Monchengladbach, Fortuna Dusseldorf û  Hilbijardeya Neteweyî ya Almanya ya bin 21 salî re lîstibû.

Borussia Dortmund piştî vê serketinê puanên xwe gihandin (37) puanan û bi (6) punanan li pişt Bayern Munchenê di rêza duyemîn de ye.