Li Herêma Kurdistanê 751 kesên din bi Koronayê ketin

5 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Hewlêr (K24) –  Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 751 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 5 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 751 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ji wan 251 kes li Hewlêrê, 331 kes li Silêmaniyê, 151 kes li Duhokê, 1 kes li Helebceyê, 13 kes li Germiyanê û 4 kes li Raperînê ne.

Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 5 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 1 kes li Hewlêrê û 4 kes jî li Silêmaniyê ye.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 154 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 30 kes li Hewlêrê, 124 kes li Duhokê ne.

Amarên giştî:

Pêketin: 384182

Mirin: 7151

Başbûn: 373349

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.