Li Herêma Kurdistanê 851 kesên din bi Koronayê ketin

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 851 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine.

Hewlêr (K24) –  Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 851 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û kesekî canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 851 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ji wan 321 kes li Hewlêrê, 139 kes li Silêmaniyê, 139 kes li Duhokê, 3 kes li Helebceyê, 11 kes li Germiyanê û 6 kes li Raperînê ne.

Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de kesekî jiyana xwe ji dest daye, ku ew jî li Helebceyê ye.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 105 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 20 kes li Hewlêrê, 59 kes li Silêmaniyê, 18 kes li Duhokê, 7 kes li Germiyanê û 1 kes li Raperînê ye.

Amarên giştî:

Pêketin: 385817

Mirin: 7155

Başbûn: 373549

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.