Li Herêma Kurdistanê pêketina Koronayê bi rêjeyeke berçav zêde bûye

Di rojekê de 1336 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine.

Hewlêr (K24) –  Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 1336 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 3 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 1336 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ji wan 660 kes li Hewlêrê, 343 kes li Silêmaniyê, 287 kes li Duhokê, 8 kes li Helebceyê, 21 kes li Germiyanê û 7 kes li Raperînê ne.

Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 3 kesan canê xwe ji dest dan, ku ji wan 1 kes li Hewlêrê û 2 kes li Silêmaniyê ne.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 128 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 55 kes li Hewlêrê, 57 kes li Silêmaniyê, 12 kes li Duhokê, 3 kes li Germiyanê û 1 kes li Raperînê ye.

Amarên giştî:

Pêketin: 389901

Mirin: 7166

Başbûn: 373959

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.