Li Tirkiyê nêzîkî 65 kesên din bi Koronayê ketin

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 162 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Nexweşxaneyeke Tirkiyê
Nexweşxaneyeke Tirkiyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 162 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 17yê Çileyê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.

Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 64 hezar û 935 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketine û 162 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Herwiha di 24 demjimêran de 72 hezar û 106 kes baş bûne.