Li Rojavayê Kurdistanê 11 kesên din bi Koronayê ketin

Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand, 11 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine.
Navenda Jiyan a  Covid-19ê
Navenda Jiyan a Covid-19ê

Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand, 11 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 2 kes jî ji vê nexweşiyê baş bûne.

Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa Koronayê belav kirin û diyar kir, 11 kesên din bi Koronayê ketine.

Hat ragihandin, di 24 demjimêran de 2 haletên başbûna ji vê nexweşiyê nehatine tomarkirin.

Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 37300 kesan, ji wan 2521 kes baş bûne û 1519 kesan jî canê xwe ji dest dane.