Li Mereşê boriya xeta petrolê teqiya
Navenda Nûçeyan (K24) – Li taxa Narli ya navçeya Pazarcik a parêzgeha Mereşê boriya xeta petrolê teqiya, sedema teqînê hêj nayê zanîn.
Şewata ku piştî teqînê derket, gihîşt ser rêya Mereş – Dîlokê.
Ji ber şewatê gelek ambulans û agirkuj gihîştin cihê bûyerê û rê ji herdu aliyên hatin û çûnê ve hat girtin.