Hrant Dînk li Stenbolê hat bibîranîn

Rojnamevanê Ermen Hrant Dînk ê ku 15 sal berê ji hêla nîjadperestekî Tirk ve li Tirkiyê hatibû kuştin di salvegera kuştina xwe de hat bibîranîn.
Stenbol, wêne: K24
Stenbol, wêne: K24

Stenbol (K24) - Rojnamevanê Ermen Hrant Dînk ê ku 15 sal berê ji hêla nîjadperestekî Tirk ve li Tirkiyê hatibû kuştin di salvegera kuştina xwe de hat bibîranîn. Rewşenbîr û siyasetmedar derbarê kuştina Dînk de balê dikêşînin ser rola grûbeke rêxistinkirî ya li nav dewletê. Malbata Dînk jî daxwaza eşkerekirina wê rêxistinê û kesên fermana kuştinê dane dikin.

Rojnamevanê Ermen Hrant Dink di 15emîn salvegera qetilkirina xwe de li Stenbolê li ber avahiya ku lê hatibû kuştin bi beşdariya gelek siyasetmedar, rewşenbîr û welatiyan ve hat bibîranîn.

Li ser avahiyê wêneyeke mezin a Hrant Dînk hat daliqandin û bi nivîsa “15 sal kêm e” bal hat kişandin ser êşa salên bêyî wî. Di merasîmê de beşdar bi nivîsên Kurdî, Tirkî û Ermenî hevxemiya xwe ragihandin.

Parlamenterê HDP Garo Paylan ê Ermen derbarê kuştina Dînk de bi hinceta hin berpirsiyariya xwe bi cih nayne desthilata siyasî tohmetbar kir.

Garo Paylan diyar kir: “Desthilat kujerên Hrant Dînk diparêze. Lewra, dewlet bi hemû hebûna xwe beriya 15 salan li pişt vê bûyerê û kujeran bû. 15 sal in kesên ku fermana kuştina Hrant dane kanî çima nayên darizandin? Ev 6 sal in ez li parlamentoyê pêşniyaznameyan didim da ku hemû hûrguliyên kuştina Hrant Dînk were eşkerekirin lê ev daxwaza me tê redkirin. Deynekî me yê dadê bo Hrant heye, soz em ê wî deynî bidin.”

Hevjîna Hran Dînk Rakel Dînk jî dema axaftinê kelogirî bû û got: “Guleyên dijmin ên li pişt te hatin berdan bûn sedema mirina te. Dengê te li ber guhê me ye. Dema te behsa tiştên dianiyan ser gelê te dikir te wek xayîn tohmetbar dikirin. Lê pêkan e ku pêkvejiyaneke li gel hemû aliyên ji pêkhateyên ciyawaz pêk tê ava bikin.”

Akademîsyen Ufuk Uras jî di kuştina Dînk de bal kişand ser hin grûbên li nav dewletê ku karên deryasayî dikin.

Ufuk Uras destnîşan kir: “Di nava dewletê de çi alî û grûbên rêxistinkirî hebin divê ev hemû werin eşkerekirin. Aliyek diavêje ser aliyekê. Li ber çavê her kesî ev kuştin çêbû. Ev eyb û şerma Tirkiye ye. Biryara ku ji dozê derketiye jî ne biryareke ku malbat û dostên Hrant pê dilxweş bin.”

Rojnamevan Hrant Dînk ê Rêvebirê Giştî yê Rojnameya Agosê 19ê Çileyê sala 2007an de ji hêla nîjadperestekî Tirk ve bi çek hatibû kuştin. 76 karmendên dewletê ku di nava wan de polês, serbaz û yên payebilind jî hebûn hatin darizandin. Hinek ji wan hatin zîndanîkirin. Lê malbata Dînk ji biryarê ne razî ye û di êrîşê de balê dikêşînin ser rêxistineke li nav dewletê û daxwaza eşkerekirina wê dikin.