Li Herêma Kurdistanê 1564 kesên din bi Koronayê ketin

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 1564 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine.

Hewlêr (K24) –  Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 1564 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 3 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 1564 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ji wan 780 kes li Hewlêrê, 339 kes li Silêmaniyê, 387 kes li Duhokê, 58 kes li Germiyanê ne.

Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 3 kesan canê xwe ji dest dan, ku ji wan 1 kes li Hewlêrê, 2 kes li Silêmaniyê ne.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 223 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 60 kes li Hewlêrê, 156 kes li Silêmaniyê, 3 kes li Duhokê, 1 kes li Helebceyê, 3 kes li Germiyanê ne.

Amarên giştî:

Pêketin: 394355

Mirin: 7178

Başbûn: 374514

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.