Hunermend û nivîskarên Kurd banga hilbijartina dersa Kurdî dikin

Hunermend û nivîskarên Kurd ji bo hilbijartina dersên bijare yên Kurdî bang li dê û bavên Kurdan dikin û dibêjin: “Zarok paşeroja miletê ye.”
kurdistan24.net

Stenbol (K24) – Hunermend û nivîskarên Kurd ji bo hilbijartina dersên bijare yên Kurmancî û Zazakî bang li dê û bavên Kurdên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dikin û dibêjin: “Zarok paşeroja miletê ye. Eger zarokên me Kurdî nizanibin piştî çend salên din Kurdek bi Kurdî biaxive dê nemîne û Kurdî dê bibe zimanekî bêxwedî. Ji ber vê divê dersa Kurdî were hilbijartin da ku zarok ji zimanê xwe hayîdar bibin û ji bîr nekin.

Kempenyeya bi mebesta hilbijartina dersên Kurdî yên bijare li dibistanên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ku bi pêşengiya saziyên sivîl û civakî ev demeke berdewam dike bi piştgiriya hunermend û nivîskarên Kurd berfirehtir dibe.

Nivîskar Zeynel Abîdin Zinar bi van gotinên xwe balê dikêşîne ser girîngiya zimanê zikmakî yê Kurdî: “Ziman ayetek ji ayeta Xwedê ye. Kesê ku bawermend be, divê vê ayetê biparêze, ziman ji bo miletekî rihê neteweyî ye û divê were parastin.

Nivîskar Zeynel Abîdin Zinar ji K24ê re got: “Îcar ev derfeteke pir mezin e ku ji Kurdên Bakurê Kurdistanê re derketiye. Lazim e dê û bav daxwaz bikin ku zarokên wan bi Kurdî bixwînin. Zarok pêşeroja miletê Kurdan e. Eger zarokên me Kurdî nizanibin û wisa mezin bibin piştî 20 sal, 50 sal kesek Kurdî xeber bide namîne. Wê çaxê jî milet ji holê radibe, asîmîle dibe. Loma gelek girîng e ku heta 7ê Sibatê Kurd serî li dibistanan bidin da ku zarokên wan bi Kurdî bixwîne, binivîse.”

Hunermendên Kurd jî ji bo dersa bijare ya zimanê Kurdî bang li dê û bavên Kurd dikin da ku zarokên wan bi zimanê dayika xwe baştir binivîsin û bixwînin. Yek ji wan hunermendan jî dengbêj Kazo ye.

Dengbêj Kazo dibêje: “Gaveke gelek baş e ku zimanê Kurdî di nav dibistanên fermî de were xwendin. Hêviya min ji dayikan, bavan, ji miletê Kurdê li kuderê bin divê xwedî li vê meseleyê derkevin û piştgiriya xwe jê ra bidin. Her Kurd li Kurdbûna xwe xwedî derkevin. Ji bo vê divê Kurd, Kurdî bixwînin, binivisîn û bipeyivin da ku zimanê neyê jibîrkirin û winda nebe.”

Maweya serlêdanên hilbijartina dersên bijare yên Kurdî, Kurmancî û Zazakî ku di pola 5, 6, 7, 8an de dê bên xwendin heta 7ê Sibatê hat dirêjkirin.