Wezareta Tendirustiyê amarên nû yên Koronayê ragihand

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 1497 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine.

Hewlêr (K24) –  Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 1497 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 3 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 1497 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ji wan 916 kes li Hewlêrê, 197 kes li Silêmaniyê, 344 kes li Duhokê, 4 kes li Helebceyê, 30 kes li Germiyanê û 6 kes li Raperînê ne.

Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 3 kesan canê xwe ji dest dan, ku ji wan 1 kes li Silêmaniyê û 2 kes li Duhokê ne.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 536 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 140 kes li Hewlêrê, 255 kes li Silêmaniyê, 125 kes li Duhokê, 3 kes li Helebceyê, 11 kes li Germiyanê û 2 kes li Raperînê ne.

Amarên giştî:

Pêketin: 400628

Mirin: 7193

Başbûn: 376474

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.