Li Tirkiyê 76 hezar û 341 kesên din bi Koronayê ketin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 174 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 25ê Çileyê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.
Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 76 hezar û 341 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketine û 174 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Herwiha di 24 demjimêran de 82 hezar û 203 kes baş bûne.