Salvegera rizgarkirina bajarê Kobanî

Îro salvegera rizgarkirina bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê ye, ku di sala 2014an de ji aliyê rêxistina DAIŞê ve hatibû dagirkirin.
Îman Derbas
Îman Derbas

Hewlêr (K24) - Îro 26ê Çileya 2022yan salvegera rizgarkirina bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê ye, ku di sala 2014an de ji aliyê rêxistina DAIŞê ve hatibû dagirkirin.

Di dema şerê Kobanî ya dijî DAIŞê de, bi fermana Serok Mesûd Barzanî, Parlamentoya Kurdistanê biryarek derxistibû û hêzên Pêşmerge derbasî bajarê Kobanî bûbûn û ligel şervanan li dijî DAIŞê şer kiribûn.

Hêzên Pêşmerge di roja 29ê Cotmeha 2014an de di deriyê sînorî yê Xabûrê re derbas bûn û bi rêya Bakurê Kurdistanê derbasî Kobanî bûn.

Wê demê ji sedî 70 bajarê Kobanî ji aliyê DAIŞê ve hatibû dagirkirin, piştî ku Pêşmerge derbasî nav bajêr bû, bi piştevaniya esmanî ya Hevpeymaniya Navdewletî jî, hêzên Kurdî di roja 26ê Çileya 2015an de bajêr ji DAIŞê paqij kir.