Li Tirkiyê xebatkarên BBC di grevê de ne

Ji bo mafên xwe yên mirovî û debara jiyanê.
kurdistan24.net

Stenbol (K24) - Li Tirkiyê 14 roj in di bin berf û baranê de xebatkarên BBCyê ji bo mafên xwe yên mirovî û debara jiyanê di greve de ne. Hevdîtina rojnamegeran ya bi BBCyê re berdewam dike bi navbeykariya Sendîkaya Rojnamegrên Tirkiyê. Xebatkar û rêveberên sendîkayê dibêjin, heta mûçe neyêne dirûstkirin wê çalakî bidome.

Di nava kar û xebatên heyî yên cîhanê de beyî cihê nîqaşê yek ji karên herî bi rîsk û têra xwe xeternak karê medyayê ye yanî karê rojnamegeran e. Ji ber ku li hemû qadên şer rojnameger hene û li dijî neheqiyênn desthilatan jî dîsa ew hene û bê tirs bi ser bûyeran de diçin û dinyayê di warê trajedî û neheqiyên pêkhatî de agahdar dikin. Ji loma jî li qadê her bi kêlî rûbirûyî êrîşekê ne. Digel vê yekê jî gelek caran mafên mirovî û debarê yên rojnamegeran li gelek welatên cîhanê bi taybet jî li welatên pêşketî ji aliyê karbidestên wan ve têne binpêkirin.

Xebatkarên BBCyê yên Ofîsa Stenbolê ji bo van mafên xwe yên mirovî tam 14 roj in grêvek dane destpêkirin. Ji 13 xebatkarên vê medya cîhanî ku yek kompaniyên mezintirîn ya cîhanê ya ragihandinê ye 12 xebetkarên wê bi rêya Sendîkaya Rojnamgerên Tirkiyê dest ji kar kişadine û doza mafên xwe dikin di binê serma û berfa ku çend roj in li Stenbolê dibare.

Sekreterê Giştî yê Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyê Mustafa Kuleli ji K24ê re diyar kir: "Welatiyên li Tirkiyê daxwaza çi bikin xebatkarên BBCyê jî daxwaza wê dikin. Ew dixwazin mûçeyekî adilane wergirin digel zemmeke maqûl, ji ber ku xebatkarên BCCyê naxwazin pişta wan di binê enflasyonê de bişikê. Karker jî karmend jî û ajokar jî van daxwazan dikin. Li hember dolar lîreyê Tirkiyê heliya ew dixwazin ev ziyana pêk hatî ku bandor li jiyana rojnamgeran kiriye were dabînkirin. Heta daxwazên xebatkar û sendîkayê ku bi hevkarî rêjekeye zemmê diyar kirine neyê qebûlkirin ji aliyê rêveberiya BBCyê ve wê ev grev bidome."

Ev 2 sal in ku BBC zemma mûçeyên xebatkaran di bin asta enflasyonê dihêle. Ji bo bi dawîlêanîna grevê, bazara di nava BBC û sendîkayê de hê jî berdewam dike. Ji bo ku di nava xebatkar, sendîka û navenda BBC'yê de hevdîtin asê mabûn di 14ê Rêbendana sala 2022an de xebatkarên Ofîsa BBCyê yên Stenbolê dest bi grevê kiribûn. Gelek partiyên siyasî, komele, sendîka û rojnamger mil didin grêva xebatkarên BBCyê û di çalakiya wan de li cem wan cih digirin.

Rojnameger Hîlmî Hacaloglu jî destnîşan kir: “Di temaşeya Tirkiyê de ya ji Londonê çi tê dîtin nizanim, lê dema em ji Tirkiyê li Londonê temaşe dikin helwesteke oryantalîst dibînin. Pişta xebatkarên BBCyê di enflasyonê de şikestiye lê ew vê nabînin û tenê ji sedî 20 pêşniyar dikin wek zemma xebatkaran. Lê ev xebatkar doza ji sedî 50 dikin. Di nava salekê de ji sedî 70 dahata van xebatkaran heliya wek lîre li beramber paund. BBC yek ji wan medyaya herî mezin e di cîhanê de ku bawerî pê tê. Divê binê vê baweriyê tijî bike û mafê xebatkaran bide."       

Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyê diyar dike, BBC bi hêsanî dikare daxwazên xebatkaran pêşwazî bike. Ji ber ku BBC bûtçeya xwe li gorî Sterlîn çêdike. Sterllîn jî di sala borî de li dijî Lîreyê Tirkiyê ji sedî 50 nirxê xwe zêde kir lê dîsa jî mûçeyên xebakarên xwe bi Lîreyê Tirkiyê dide. Sendîka dibêje; standarta rojnamegeran ya jiyanê gelekî kêm bûye û ketiye, loma heta BBC bi şêweyekî adilane û mirovî li gorî asta bilindbûna enflasyonê û bihabûna jiyanê mûçeyên xebatkaran zêde neke û BBC heta îmtiyaza ku nîşanî xebatkarên Londonê dide nîşanî xebatkarên Tirkiyê nede wê ev çalakî berdewam bike.