"Serkirdeyên DAIŞê ber bi sînorên Iraqê reviyan"
Navenda Nûçeyan (K24) – Medyaya Iraqê ragihand; di dema rûdana bûyerên Girtîgeha Xiwêranê de li Hesekê, hejmarek berçav a serkirdeyên DAIŞê ber bi sînorên Iraqê reviyan.
Çalakvanê siyasî yê Iraqê Fîras Ewlawî diyar kir; zindaniyên nav Girtîgeha Xiwêran di dema şikandina girtîgehê de ber bi sînorên Iraqê reviyan û li gundên li wê derê xwe veşartin.
Şeva pêncşema borî, çekdarên DAIŞê êrîşeke bi plan bo ser Girtgeha Xiwêran a li Hesekê encam dan.
Gelek çekdarên desteserkirî yên DAIŞê ji girtîgehê reviyan û çend roj şer û pevçûn di navbera hêzên Kurdî û DAIŞê de derket holê, ji herdu aliyan bi dehan kes hatin kuştin û birîndar bûn, tevî awarebûna bi deh hezaran kesên nişteciyên derdora girtîgehê.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) diyar kir; şer û pevçûn li taxa Xiwêran a bajarê Hesekê bi dawî bûye û zindana Sinae ya li taxê bi temamî hatiye kontrolkirin.
HSDê tekez kir ku çekdarên DAIŞê plan dikirin ku Heseke, Reqa û Dêrezorê kontrol bikin û got: “Plana êrîşa ser zindana Xiwêran li derve hatiye amadekirin û 200 çekdarên DAIŞê beşdar bûne.”