Li Bakurê Kurdistanê cûreya Omicron bi awayekî bilez belav dibe

Cûreya nû ya vîrusê tesîra xwe li bajarên Bakur zêde dike.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Cûreya nû ya vîrusê tesîra xwe li bajarên Bakur zêde dike û di nav hefeteyekî de her diçe haletan zêde kiriye. Bijîşk balê dikşînin ku ev cûre gelek zû belav dibe û loma jî haletan jî di demeke kurt de gelek zêde kiriye. Pispor ji bo kêmkirina belavbûn û tesîra vîrusê bikaranîna perpûnê wek pêwîstiya serekî destnîşan dikin û hişyarî didin ku li ciyên girtî û girseyî jî divê welatî pabendî rênimayên xweparastinê bibin.

Nexweşiya vîrusê û bi belavbûna Omicronê re, tesîra xwe li Diyarbekirê zêde kiriye. Di nav hefteyekî de beşên çavdêriyên lezgîn tije bûne û her diçe yên nû jî tên vekirin. Bijîşk û pispor balê dikşînin ku ji ber sermaye welatî dema xwe li ciyên girtî derbas dikin û ev jî dibe sedem ku cureya nû bi lez û bez belav bibe.

Endamê Meclîsa Navendî yê Jûra Tabîbên Tirk TTB’ê Pizîşk Halîs Yêrlîkaya da zanîn ku di nav hefteyekî de omicron tesîra xwe li bajarên bakur jî nîşan daye û gelek jî tenduristkar nexweş ketine. Yêrlîkaya daxuyand ku kesên perpûn bi kar anîbin, li gor yên bi kar neanîne nexweşînê gelek sivîkî derbas dikin.

Halîs Yêrlîkaya ji K24ê re diyar kir: “Li Amedê beşa lezgîn ya nexweşxaneyeke taybet ku nexweşên corona lê tedawî dibin, tije bûye. Li nexweşxaneyên dewletê û yên din jî beşên çavdêriya lezgîn ji ber nexweş kêmbûn an jî nemabûn, girtibûn, lê niha dîsa vedikin û tijî dibin. Bi mixabinî dîsa halet zêde dibin. Sedema serekî jî ew e ku li herêma me bikaranîna parzîn ango derziyê gelek kêm e. Lê divê ku gel biçin û derzîyên xwe yên perpûnê bi kar bînin.”

Li gor daneyên ku saziyên tenduristkaran dane Kurdistan24ê 77 tenduristkarên li Diyarbekirê jî di nav hefteyekî de nexweş ketine û li nexweşxaneya Lêkolînê ya Diyarbekirê 4 beşên nû yên çavdêriya lezgîn hatine vekirin.

Endamê Rêvebiriya Bajarê Diyarbekirê yê Sendîqaya Kedkarên Tenduristiyê SES’ê Pizîşk Bekir Toprak jî bangewazî li welatiyan kir ku dora kîjan perpûna wan hatibe bikar bînin û balê kişand ku ji ber wealtî di sermayê de wexta li ciyên girtî derbas dikin, divê li paqijî, mesafe û maskeyan jî agahdarbin.

Bekir Toprak ji K24ê re eşkere kir: “Hikûmet ji destpêkê ve vê pêvajoyê li gor rêbazên zanistî birêve nabe û ew jî dibe sedem ku welatî canên xwe ji dest bidin. Kêm bikaranîna perpûnê hem sedeme ku vîrus zû belav bibe, hem jî kesên ku pê dikevin zêdetir bandor bibînin. Loma jî bangewaziya me ew e ku welatî biçin û perpûnan bikar bînin. Niha li Dİyarbekirê rojane ji 800’an zêdetir pişkinîn tên kirin û ji 3 kesan kesekî jî haletketî tê tomar kirin.”

Pispor balê dikşînin ku berzbûna haletan jî bi pêla serma û berfê re dest pê kiriye û loma jî gelek welatî naçin û pişkinîn nakin, ev jî sedemekî ye ku vîrus bê kontrol belav bibe.