Li girtîgeha Hesekê çi qewimî û DAIŞê çawa êrîş kir?

Girtîgeha Hesekê di nava 12 demjimêran de kete destê çekdarên DAIŞê û dest danîn ser çekên herî pêşketî yên HSDê.
Dema êrîşa DAIŞê bo ser Girtîgeha Xiwêran
Dema êrîşa DAIŞê bo ser Girtîgeha Xiwêran

Hewlêr (K24) – Girtîgeha herî mezin a ku çekdarên desteserkirî yên DAIŞê tê de bûn û di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de bû, di nava 12 demjimêran de kete destê çekdarên DAIŞê û dest danîn ser çekên herî pêşketî yên HSDê.

Tevî hebûna 2 hezar û 500 pasevanan li girtîgehê, bi rêya derxistina aloziyê di nava girtîgehê de û bi alîkariya hejmarek çekdarên li derve, girtîgeh kete bin destê çekdarên DAIŞê.

Şeva 20ê Çileyê, çekdarên DAIŞê du teqîn li ber zindanê pêk anîn, di heman demê de çekdarên di nava girtîgehê de agir berdan alavên girtîgehê û alozî derxistin.

Destpêkê HSD bangewaziya wê yekê kir ku rewş di bin kontrola wan de ye û ti çekdar nereviyane, lê belê piştî gihîştina çekdaran bo nav mal û taxên Hesekê û kuştina hejmarek welatiyên sivîl, eşkere bû ku hejmarek çekdar ji zindanê reviyane.

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li ser wê yekê rijd e ku ti çekdar ji girtîgehê nereviyane û hêzên wan karîne çekdarên reviyane desteser bikin û ewên din jî xwe radest kirine, lê belê HSD di daxuyaniyekê de dibêje; 3 hezar û 500 çekdar desteser kirine, ku ev hejmare ji 5 hezar çekdarên zindanîkirî yên nav girtîgehê ne.

Li gor amarên Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan, di şerê navbera HSD û çekdarên DAIŞê de nêzîkî 200 çekdar hatin kuştin, ango ev tê wê wateyê ku çarenûsa zêdetirî hezar çekdaran ne diyar e.

Beşek ji çavdêran dibêjin; êrîşa DAIŞê bo ser girtîgehê, tê wateya têkçûna HSDê di parastina ewlehiyê de, çimkî di daxuyaniya çapemeniyê de ku piştî kontrolkirina girtîgehê hat encamda, HSDê ragihand ku bûye 6 meh çekdarên DAIŞê amadekariya vê êrîşê dikir, ango haya wan ji plana êrîşê hebû, lê belê nekarîn rewşê kontrol bikin û tevî ragihandina kontrolkirina girtîgeh û derdora wê, HSDê diyar kir; nêzîkî 60 heta 90 çekdar hîn jî di avahiyeke girtîgehê de mane û xwe radest nakin û rûbirûyî hêzên HSDê dibin.

Şeva kontrolkirinê, çekdarên DAIŞê ji derdora girtîgehê êrîşî xaleke Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) kiribûn û heta niha jî firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî pêgehên wan çekdaran li nav girtîgehê û derdora wê, bombebaran dikin.

Di vê demê de tekezî li ser wê yekê tê kirin ku têkçûna HSDê di parastina girtîgehê de ku çekdarên DAIŞê tê de zindanîkirî bûn, ji bilî ku ew dever rûbirûyî metirsiyeke mezin a DAIŞê dibe, di heman demê de çarenûsa wan zarokên DAIŞê ku ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatine perwerdekirin, ne diyar e.

Li gor raporta herî dawî ya li ser vê mijarê, çarenûsa 700 zarokên DAIŞê ku di girtîgehê de bûn, heta niha jî ne diyar e. Her çiqas HSD tekez dike ku wan hejmarek mezin ji wan zarokan rizgar kirine, lê di heman demê de hejmarek bi hûrgilî li ser vê mijarê eşkere nake.

Hemahengkarê Karûbarên Mirovî yê Neteweyên Yekbûyî dibêje; bi sedan zarok li girtîgeha Hesekê hatine dorpêçkirin, nabe ew zarok li cihekî wisa bimînin û divê ew zarok demildest werin rizgarkirin û ji zindanê derkevin.

Ji aliyê xwe ve UNICEF ragihand; ligel berdewambûna şerê Hesekê, metirsî li ser wan zarokan heye û ji ber wan aloziyan, heta niha nêzîkî 45 hezar kes ji nişteciyên derdora girtîgeha Xiwêran aware bûne û di dema awarebûnê de 9 zarok winda bûn û ji malbatên xwe veqetiyan û derbarê wan de ti agahî tune ne.

Di destpêka aloziyên Girtîgeha Xiwêranê de HSDê behsa hebûna cihê zindanîkirina zarokan li nava wê girtîgehê nekiribû, lê belê çend demjimêr piştî daxuyaniya UNICEFê, ku gotibû metirsî li ser jiyana nêzîkî 800 zarokên li nava girtîgehê heye, HSDê ragihand; çekdarên DAIŞê ew zarok dîl girtine.

Nûnerê UNICEFê ji desthilatdarên Rojavayê Kurdistanê û aliyên nakok ên wê deverê daxwaz kir; şer rawestînin û zarokên ku hatin dîlgirtin, rizgar bikin û wan biparêzin, piştre jî wan zarokan bişînin welatên wan û di girtîgehê de ti zarok nehêlin.

UNICEF

Heta niha jî aloziyên li girtîgeha Xiwêran bidawî nebûne, HSD dibêje; 60 heta 90 çekdarên DAIŞê xwe di nava avahiyeke girtîgehê de veşartine û xwe radest nakin.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan jî ragihand; piştî kontrolkirina girtîgehê, bi dehan termên çekdarên DAIŞê di nava sindanê de hatine dîtin û li gor amarên hatine ragihandin; ji şeva 20ê vê mehê heta niha, 173 çekdarên DAIŞê hatine kuştin û zêdetirî 120 endamên Asayîş û HSDê veguhestine nexweşxaneyan.