Tendirustiya Hewlêrê: Hejmara pêketiyên Omicronê gelek zêde bûye

"Her roj bi awayekî bilez xelk bi Omicronê dikevin."

Hewlêr (K24) – Li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê, hejmara pêketiyên Omicronê ku cûreya nû ya vîrusa Koronayê (Covid-19) ye, gelek zêde bûye.

Berdevkê Tendirustiya Hewlêrê Bijar Mûsa ji K24ê re ragihand: “Li gor pişkinînan, her roj bi awayekî bilez xelk bi Omicronê dikevin, lê belê ev vîrus tenê bi beşa serê organa bêhndana mirov dikeve.”

Bijar Mûsa diyar kir: “Rêjeya belavbûna Omicronê bilind e û zû belav dibe, loma em ji xelkê daxwaz dikin ku zêdetir pabendî rênimayan bibin. Her çiqas helmetên me yên hişyariyê berdewam in jî, mixabin xelk bi rêjeyeke nizm pabendî rênimayan dibin.”

Mûsa herwiha eşkere kir: “Ji ber leza belavbûnê, em niha nikarin bibêjin çend kes pê ketine.”

Berdevkê Tendirustiya Hewlêrê dibêje: “Em tekez dikin ku divê welatiyên me vaksînê werbigrin, da ku di dema pêketina Koronayê de bi silamet bin, çimkî hemû pêketiyên ku rewşa tendirustiya wan nebaş e, vaksîn wernegirtine.”

Li ser amarên wergirtina vaksînê li Hewlêrê, Bijar Mûsa ragihand: “Heta niha 400 hezar kes li Hewlêrê du dozên vaksînê wergirtine û dest bi lêdana doza sêyem bo kesên temenê wan 18 salî berjor e, hatiye kirin.”