Wezareta Tendirustiyê amarên nû yên Koronayê ragihand

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 1542 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine.

Hewlêr (K24) –  Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 1542 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 2 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 1542 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ji wan 937 kes li Hewlêrê, 135 kes li Silêmaniyê, 415 kes li Duhokê, 5 kes li Helebceyê, 38 kes li Germiyanê û 12 kes li Raperînê ne.

Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 2 kesan canê xwe ji dest dan, ku ji wan 1 kes Silêmaniyê û 1 kes jî li Germiyanê ye.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 1287 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 632 kes li Hewlêrê, 341 kes li Silêmaniyê, 279 kes li Duhokê, 4 kes li Helebceyê, 25 kes li Germiyanê û 6 kes li Raperînê ne.

Amarên giştî:

Pêketin: 408297

Mirin: 7224

Başbûn: 382610

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.