Tirkiye gundê Endîwerê topbaran kir

Artêşa Tirkiyê gundê Endîwerê yê ser bi Dêrikê ve bi çekên giran û Hawinan armanc kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Artêşa Tirkiyê îro gundê Endîwerê yê Rojavayê Kurdistanê bi Hawinan topbaran kir.

Li jêderên xwecihî, Artêşa Tirkiyê îro danê piştî nîvro gundê Endîwerê yê ser bi Dêrikê ve bi çekên giran û Hawinan armanc kir û du xaniyên welatiyan hilweşiyane

Heta niha ti zanyarî derbarê ziyanên canî tune ne.

Jêderan behsa wê yekê jî kir, hejmarek ji gundiyan ji gund derketin.

Duh jî, baregeheke YPGê li gundê Teqilbeqil li herêma Dêrikê ji aliyê Tirkiyê ve hatibû topbarankirin û di encamê de 4 kes hatibûn kuştin.