Li Herêma Kurdistanê 7 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 1567  kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 7 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 1567  kes bi vîrûsa koronayê ketine, ji wan 801 kes li Hewlêrê, 310 kes li Silêmaniyê, 406 kes li Duhokê, 4 les li Helebce, 34 kes li Germiyanê û 12 kes li Raperînê ne.

Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 7 kesan canê xwe ji dest dan, ji wan 2 kes li Hewlêrê û 5 kes li Silêmaniyê ne.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 1402 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.

Amarên giştî:

Pêketin: 411230

Mirin: 7234

Başbûn: 385360

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.