Fethullah Elçî: Divê partiyên siyasî çalaktir kar ji bo kampîna dersa bijarte bikin

Rêveberê HezKurdê: Divê partiyên siyasî ne tenê bi daxuyaniyan piştevaniya kampîna dersa bijarte bikin
kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberê HezKurdê Fethullah Elçî radigihîne, pêwîst e partiyên siyasî ne tenê bi daxuyaniyan, lê belê li qadan daxwaza hilbijartina dersa bijarte ya Kurdî bikin.

Rêveberê HezKurdê Fethullah Elçî beşdarî bultena K24ê bû û derbarê kampîna hilbijartina dersa zimanê Kurdî de ragiahnd, “Rast e gelek partî siyasî, sazî û rêxistinên sivîl piştevanî li hilbijartina dersa Kurdî ya bijarte kirin, lê piştgirî tenê bi gotin û daxuyaniyan nabe. Em nêzîkî mehekê ne li kolan û qadan kar û xebatê ji bo zimanê Kurdî dikin, me dixwast hemû partî û rêxistinên Kurdî dest bidana hevdu û li qadan hişyarî bidana miletê xwe.”

Destnîşan kir jî, “Çend roj heta dawiya dema hilbijartina dersa Kurdî mane, hîn jî ne dereng e ku ev partiyên ku di hilbijartinan de dengên zêde ji Kurdên Bakurê Kurdistanê werdigirin dakevin kolan û qadan, dê hîn daxwaz li ser waneya zimanê Kurdî zêde bibe.”

Fethullah Elçî amaje bi rola medyaya Kurdî di kampîna hilbijartina waneya Kurdî de kir û got: “Em wek HezKurdê li ser navê netewa xwe spasiya medyaya Kurdî û bi taybet Kurdistan24ê dikin ku zêde zêde piştgîriya vê kampîneyê kiriye. Herwiha baroyên bajarên Kurdan jî baş bi rola xwe rabûn.”

Rêveberê HezKurdê diyar kir jî, li gelek dibistanan mamoste û rêveberên nijadperest hene û naxwazin zarokên Kurdan dersa bijarte hilbijêrin û got: “Me ji bo çareserkirina van pirsgirêkan, maseya krîzê û ya hiquqê ava kir û me bang li miletê xwe kir, eger hûn rastî astengiyan hatin, pêwendiyê bi me re bikin.”

Derbarê perwerdeya bi zimanê Kurdî li Bakurê Kurdistanê de, Fethullah Elçî got: “Derfeta dersa zimanê Kurdî ya bijarte ji sala 2012an ve hatiye dayîn, lê mixabin HDPê bang li dengderên xwe kirk u vê dersê paykot bikin û got ku ev dersa Kurdî ya bijarte ne bes e, em perwerdeya bi zimanê Kurdî dixwazin. Bi nêrîma min ev yek şaş bû. Eger wê demê siyasetmedarên Kurdan bang li gelê Kurd bikirina û bigotina rast e ev ne bes e lê hilbijêrin. Niha me yê ne behsa hilbijartina dersa Kurdî bikira, lê belê me yê behsa perwerdeya bi zimanê Kurdî bikira.”