Li Herêma Kurdistanê 6 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 558  kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 6 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 588 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ji wan 156 kes li Hewlêrê, 107 kes li Silêmaniyê, 292 kes li Duhokê û 12 kes li Raperînê ne.

Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 6 kesan canê xwe ji dest dan, ji wan 3 kes li Hewlêrê, 2 kes li Silêmaniyê û 1 kes li Duhokê ye.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 574 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.

Amarên giştî:

Pêketin: 414301

Mirin: 7252

Başbûn: 389176

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.