WHO: Pêketina Omicronê ber bi kêmbûnê ve diçe

Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanî (WHO) ragihand; li seranserê cîhanê ji sedî 97ê haletên Koronayê ji cûreya Omicronê ne.

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanî (WHO) ragihand; li seranserê cîhanê ji sedî 97ê haletên Koronayê ji cûreya Omicronê ne û haletên cûreya Deltayê, daketiye ji sedî 3yê.

Li gor rapora WHO, ji meha Çileyê ve haletên pêketina Koronayê ber bi kêmbûnê ve diçe.

WHO diyar dike ku di navbera 31ê Çile – 6ê Sibatê de li seranserê cîhanê 19 milyon kes bi Koronayê ketine û hejmara miriyan jî daketiye 68 hezar kesan.

Li gor amarên WHO, ji roja ku vîrusa Koronayê (Covid-19) li welatê Çînê derketiye holê û heta niha li seranserê cîhanê 5.7 milyon kesan ji ber vê vîrusê canê xwe ji dest dane û 392 milyon kes pê ketine. Herwiha heta niha li seranserê cîhanê 10 milyar û 250 hezar doz vaksîn hatine lêdan.