Li Herêma Kurdistanê 4 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 1203 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine.

Hewlêr (K24) –  Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 1203 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 4 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de  1203 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ji wan 509 kes li Hewlêrê, 122 kes li Silêmaniyê, 548 kes li Duhokê, 4 kes li Helebceyê, 12 kes li Germiyanê û 8 kes li Raperînê ne.

Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 4 kesan canê xwe ji dest dan, ku ji wan 1 kes li Hewlêrê, 3 kes li Silêmaniyê ne.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 1538 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 936 kes li Hewlêrê, 132 kes li Silêmaniyê, 415 kes li Duhokê, 5 kes li Helebceyê, 38 kes li Germiyanê û 12 kes li Raperînê ne.

Amarên giştî:

Pêketin: 422918

Mirin: 7304

Başbûn: 400993

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.