Qonaxa 16 a Champions League îro bi du lîstikan dest pê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Îro lîstikên (qonaxa 16) a Champions League bi du lîstikan dest pê dike ku Paris Saint-Germain mêvandariya Real Madrid û Sporting Lisbon jî dê mêvandariya MAN City bike.

Di Lîstika yekem de, Real Madrid a ku 13 nasnavan rekora vê qehremaniyê bi dest xistiye, dê bibe mêvana Paris Saint-Germain a ku bi stêrkên wekî Lionel Messi, Neymar û Kylian Mbappe dagirtiye.

Di lîstika din de jî, MAN City duyema çapa dawî ya Champions League dê li staduima Jose Alvalade bibe mêvana Sporting Lisbon.

Her du lîstik dê îro demjimêr 20:00 bi dema GMT ku dika 23:00 bi dema Hewlêrê werin lîstin.

Sibe jî du lîstikên din werin encamdan ku Salzburg dê mêvandariya Bayern Munich bike û Inter Milan dê mêvandariya Liverpool bike.