Li Tirkiyê 94 hezar û 730 kesên din bi Koronayê ketin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 309 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 15ê Sibatê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.
Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 94 hezar û 730 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketine û 309 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Herwiha di 24 demjimêran de 102 hezar û 673 kes baş bûne.