Hemû berhemên Şikoyê Hesen çap bûn

Navê pirtûkên Şikoyê Hesen wiha ne: Qalçîçek, Tembûrê Kurda, Meremê Dilê Kurd, Perweza Weten.
Berhemên Şikoyê Hesen
Berhemên Şikoyê Hesen

Stenbol (K24) - Hemû helbestên Şikoyê Hesen bi latînî ji Weşanxaneya Nûbiharê derketin. Navê pirtûkên Şikoyê Hesen wiha ne: Qalçîçek, Tembûrê Kurda, Meremê Dilê Kurd, Perweza Weten.

Pirtûka Qalçîçek di sala 1961an de tê çapkirin û di 1965an de jî Tembûrê Kurda derdikeve. Meremê Dilê Kurd 1971an de çap dibe. Piştî mirina wî bi saleke din di 1977an de jî Perweza Weten tê çapkirin. Niha jî Weşanxaneya Nûbiharê hemû berhemên Şikoyê Hesen çap kirin.

Hin ji helbestên Şikoyê hesen wek stran hatine xwendin û di nav gel de belav bûne. “Zimanê Kurdî” ku cara pêşî ji hêla Aram Tîgran ve hatî xwendin helbesta wî ya herî zêde tê zanîn e.

Di rûpelên pêşî yên her çar pirtûkan de jî pêşgotina Eskerê Boyîk heye.

Omer Faruk Feyat ku hemû helbestên Şikoyê Hesen ji Kirîlî veguhestiye Latînî wiha dibêje: “Bi tu şiklî me orjînala helbestan xirab nekir, bi wan neleyîst. Peyvên bilêvkirina herêmî hatine nivîsîn qet nehatine xirabkirin.”

Feyat, di berdewamiyê de derbarê lêzêdekirinên di pirtûkan de wiha got: “Di çar pirtûkên Şikoyê Hesen de gelek helbest cih digirin. Hinek helbestên wî xweyî nav in, lê hinek helbestên wî jî bê nav bûn. Helbestên bê nav di metna orîjînal de bi şeklê “*” hatibûn binavkirin. Ji bo ku helbest hem zû bête dîtin hem jî bênav nebe, me navekî li helbestên bênav kir. Di helbestê de rêzika ewil çi be, me ewê wek nav hilbijart. Li rexê wê jî îşareta “*”danî. Bi vê îşaretê dê bê zanîn ku ev sernav ji hêla me ve hatiye danîn.”

Hêjayê gotinê ye ku cara yekê ye hemû berhemên Şikoyê Hesen bi Latînî tên çapkirin.

JIYANA ŞIKOYÊ HESEN

Malbata Şikoyê Hesen dema Herba Cîhanê ya Ewilî ji gundê Şatiroxliya girêdayê Digora Qersê bar dikin û diçin gundê Camûşvana Biҫûk ya li berpala çiyayê Elegezê ku niha di nav sînorê Ermenîstanê de ye. Şikoyê Hesen di 5ê Hezîrana 1925an de li vî gundî tê dinê. Hê pênc salî tunebûye bavê wî Hesenê Mido diçe rehma Xwedê. Zarokatiya wî bi zor û zehmetî derbas dibe.

Sala 1948an ji pey qedandina mektebê ra diçe bajarê Yêrêvanê û li Zanîngeha Ermenistanê ya dewletê, beşa Zimannasiyê, Fakulteya Rojhilatzaniyê qebûl dibe.

Sala 1953an xwendina bilind bi serkeftî xilas dike. Wî dişînin gundê Baxnarê, nehiya Gagrayê /Abxaziya/ Komara Gurcistanê ku di dibistana wî gundî ya Ermeniya da wek dersdarê ziman û edebiyeta Ermenî bixebite.

Heta sala 1959an li wir dixebite. Lê xwestin û meremên wî berdewamkirina xwendinê, kurdzanî, edebiyet û zimanzaniya Kurdî bûn. Sala 1959an dema karên kurdewerî dîsa li Ermenistanê geş dibin, vedigere Yêrîvanê û Radyoyê, di para axaftinên bi zimanê Kurdî da wek werger û xebatkarê edebiyatê derbasî ser kar dibe.

Du sal şûnda êntiyaman dide û di aspîrantûra Akadêmiya Ermenistanê ya zaniyarî beşa zimanzaniyê da qebûl dibe. Dişînine Lênîngiradê ku li cem rojhilatzanên eyan li ser têza xwe ya doktoriyê bixebite.

Rûyê destengî û tunebûna mecalên jiyanê, nexweş dikeve doktoriyê nîvco dihêle û vedigere Yêrîvanê û di sektora Kurdzaniyê ya Akademiya Ermenistanê ya zanyariya pera rojhilatzaniyê da dixebite. Vira jî bext jê ra nakene, nikare pirsgrêkên mala xwe yên aborî ҫareser bike. Nivîsarên wî di wadeyê da naweşînin. Lawê biҫûk di qezyakê da tê kuştin. Mecbûr mala xwe bar dike destguhestî bajarê Tilbîsê dibe. Destengî, nexweşî, bêgumanî lê zor dikin. Di 48 saliya xwe da, 22yê Çiriya Paşin/Mijdarê sala 1975an dawî li jiyana xwe tîne.

Berhevoka helbestên wî ya ewilîn: “Qalçîçek” sala 1961ê li Yêrêvanê hate weşandin. Berhevoka Şiko ya duda: “Tembûrê Kurda” sala 1965an hat weşandin. Sala 1971î berhevoka wî ya helbesta: “Meremê Dilê Kurd”, lê sala 1977an, êdî salek ji pey wefeta wî ra berhevoka “Perweza Weten” çap bûn.