Wezareta Tendirustiyê amarên nû yên Koronayê ragihand

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 867 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine.

Hewlêr (K24) –  Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 867 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 2 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de  867 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ji wan 304 kes li Hewlêrê, 126 kes li Silêmaniyê, 415 kes li Duhokê, 7 kes li Helebceyê, 12 kes li Germiyanê û 3 kes li Raperînê ne.

Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 2 kesan canê xwe ji dest dan, ku ji wan 1 kes li Hewlêrê, 1 kes jî li Duhokê ye.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 1248 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 660 kes li Hewlêrê, 147 kes li Silêmaniyê, 407 kes li Duhokê, 2 kes li Helebceyê, 27 kes li Germiyanê û 5 kes li Raperînê ne.

Amarên giştî:

Pêketin: 426505

Mirin: 7335

Başbûn: 406408

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.