Serokwezîr Mesrûr Barzanî ligel Wezîrê Berevanî yê Tirkiyê civiya
Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî vê êvarê 18ê Sibata 2022yan li bajarê Munichê yê Almanyayê, ligel Wezîrê Berevanî yê Tirkiyê Hulusi Akar civiya.
Di civînê de li ser rewşa Iraq û pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Tirkiyê gotûbêj hat kirin.
Her du aliyan tekezî li ser girîngiya hemahengiya navbera her du aliyan ji bo seqamgîriya aştî û asayîşa navçeyê kirin.
Beriya niha jî Serokwezîr Mesrûr Barzanî ligel Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres û Wezîrê Berevanî yê Îtalyayê Lorenzo Guerini civiya.