Li Herêma Kurdistanê 6 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 724 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 6 kesan canê xwe ji dest dane.
Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 724 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ji wan 101 kes li Hewlêrê, 9 kes li Silêmaniyê, 271 kes li Duhokê û 5 kes li Raperînê ne.
Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 6 kesan canê xwe ji dest dan, ji wan 2 kes li Hewlêrê, 2 kes li Silêmaniyê û 2 kes li Duhokê ne.
Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 552 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.
Amarên giştî:
Pêketin: 426891
Mirin: 7341
Başbûn: 406960
Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.