Li Rojavayê Kurdistanê kesekî bi Koronayê canê xwe ji dest da

Tîmeke tendirustî ya Rojavayê Kurdistanê
Tîmeke tendirustî ya Rojavayê Kurdistanê

Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser amarên nû yên pêketin û canjidestana bi vîrûsa Koronayê ragihand.

Li gor daxuyaniya Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser di 24 demjimêrên borî de 20 kesên din bi Koronayê (Covid-19) ketine.

Hat ragihandin ku di 24 demjimêrên borî de kesekî bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) canê xwe ji dest daye û 6 kesan jî ji vê nexweşiyê baş bûne

Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 38309 kesan, ji wan jî 1546 kesan jî canê xwe ji dest dane.