Li Herêma Kurdistanê 577 kesên din bi Koronayê ketin

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 577 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine.

Hewlêr (K24) –  Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 577 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 3 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de  577 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ji wan 207 kes li Hewlêrê, 119 kes li Silêmaniyê, 242 kes li Duhokê, 3 kes li Helebceyê, 5 kes li Germiyanê û 1 kes li Raperînê ye.

Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 3 kesan canê xwe ji dest dan, ku ji wan 2 kes li Hewlêrê, 1 kes jî li Duhokê ye.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 1076 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 559 kes li Hewlêrê, 114 kes li Silêmaniyê, 370 kes li Duhokê, 7 kes li Helebceyê, 21 kes li Germiyanê û 5 kes li Raperînê ne.

Amarên giştî:

Pêketin: 428825

Mirin: 7349

Başbûn: 410049

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.