Festîvala Fîlmên Kurdî ya Stenbolê 24ê Adarê dest pê dike

Di festîvalê de 30 fîlmên derbarê Kurdan de wê werin nîşandan.
Festîvala Fîlmên Kurdî ya Stenbolê
Festîvala Fîlmên Kurdî ya Stenbolê

Stenbol (K24) - Duyemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Stenbolê 24ê Adarê dest pê dike. Di festîvalê de 30 fîlmên derbarê Kurdan de wê werin nîşandan.

Komîteya Festîvala Fîlmên Kurdî ya Stenbolê ragihand di kategoriya metrajdirêj, belgefîlm û kurtefîlm de nezî 30 fîlm di nav şeş rojan de dê bên nîşandan.

Ev fîlm, ji çar aliyê Kurdistanê û gelek welatên cîhanê yên ku Kurd lê dijîn û berhem afirandine, hatin berhevkirin û piranî bi tevlîbûna derhêneran re dê werin nîşandan.

Fîlma bi navê ‘Kurdên Êzidî’ ya ku di sala 1933yan de ji aliyê Amasi Martirosyan hatiye kişandin û heta niha ne li Tirkiyê ne jî li Kurdistanê nehatiye nîşandan wê bibe fîlma vekirina festîvalê.

Di çarçoveya forûmekê de ji her qadên sînemayê, sînemagerên Kurd dê bên ba hev û li ser sînemaya Kurdî û pirsgirêkên wê gotûbêj bikin.

Festîvala 24ê Adarê dê dest pê bike, heta 29ê Adarê wê bidome.