Li Rojavayê Kurdistanê 2 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser amarên nû yên pêketin û canjidestana bi vîrûsa Koronayê ragihand.
Tîmeke tendirustî ya Rojavayê Kurdistanê
Tîmeke tendirustî ya Rojavayê Kurdistanê

Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser amarên nû yên pêketin û canjidestana bi vîrûsa Koronayê ragihand.

Li gor daxuyaniya Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser di 24 demjimêrên borî de 15 kesên din bi Koronayê (Covid-19) ketine.

Hat ragihandin ku di 24 demjimêrên borî de 2 kesan bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) canê xwe ji dest dane û z kesan jî ji vê nexweşiyê baş bûye

Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 38525 kesan, ji wan jî 1567kesan jî canê xwe ji dest dane û 2564 kes jî baş bûne.