Wezareta Tendirustiyê amarên nû yên Koronayê ragihand

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 141 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 2 kesan canê xwe ji dest dane.

Hewlêr (K24) –  Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 141 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 2 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 141 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ji wan 36 kes li Hewlêrê, 58 kes li Silêmaniyê, 44 kes li Duhokê, 3 kes li Helebceyê ne.

Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 2 kesan canê xwe ji dest dan, ku ji wan 1 kes li Duhokê, 1 kes li Helebceyê ye.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 346 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 84 kes li Hewlêrê, 143 kes li Silêmaniyê, 106 kes li Duhokê, 10 kes li Helebceyê, 2 kes li Germiyanê û 1 kes li Raperînê ne.

Amarên giştî:

Pêketin: 435544

Mirin: 7416

Başbûn: 425621