Wezareta Tendirustiyê amarên Koronayê ragihand

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 91 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine.

Hewlêr (K24) –  Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 91 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 2 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 91 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ji wan 17 kes li Hewlêrê, 57 kes li Silêmaniyê, 16 kes li Duhokê, 1 kes li Helebceyê ye.

Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 2 kesan canê xwe ji dest dan, ku her du jî li Hewlêrê ne.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 225 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 53 kes li Hewlêrê, 124 kes li Silêmaniyê, 39 kes li Duhokê, 5 kes li Helebceyê, 2 kes li Germiyanê û 2 kes li Raperînê ne.

Amarên giştî:

Pêketin: 435836

Mirin: 7424

Başbûn: 426480