Li Herêma Kurdistanê 29 kesên din bi Koronayê ketin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 29 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û ti kesî jî bi Koronayê canê xwe ji dest nedaye.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 29 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, ku ji wan 17 kes li Hewlêrê, 4 kes li Silêmaniyê û 8 kes li Duhokê ne.

Diyar kir jî di nav 24 demjimêran de ti kesan canê xwe ji dest nedane. Herwiha 279 kes jî ji vê nexweşiyê rizgar bûne.

Amarên giştî:

Pêketin: 435875 kes.

Mirin: 7424 kes.

Başbûn: 426759 kes.

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.