Mesrûr Barzanî: Ji Xwedêyê mezin nizakar im ev meha pîroz, bibe sedema xêr, xweşî û aramiyê bo Herêma Kurdistanê

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi hatina meha Remezanê ya pîroz, germtirîn pîrozbahî arasteyî musilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê kir

Navenda Nûçeyan (K24) –  Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyamekê de bi boneya hatina meha Remezanê ya pîroz, germtirîn pîrozbahî arasteyî musilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyama xwe de ragihand, “Bi boneya hatina meha Remezanê ya pîroz, germtirîn pîrozbahiyên xwe arasteyî musilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê dikim. Ji Xwedêyê mezin nizakar im ku nimêj, rojî û îbadeta hemûyan qebûl bike û hatina vê meha pîroz, bibe sedema xêr, xweşî, ewlehî û aramiyê bo Herêma Kurdistanê û cîhanê bi giştî û pêşveçûna zêdetir a kultura lêborîn û aştiyê.”