Real Madrîd bi "hat-trick" a Benzema Chelsea têk bir
Navenda Nûçeyan (K24) – Real Madrîd di qonaxa çarîk-fînala Champions League de serkeftineke mezin li ser Chelsea tomar kir. Bayern Munchen jî li hemberî Villarreal têk çû.
Di gera çûnê ya qonaxa çarîk-fînala Champions League de, tîma Chelsea a Îngilîz şeva borî mêvandariya tîma Real Madrîd a Îspanî kir û bi encama (1 - 3) têk çû.
Golên Real Madrîd di xulekên (21, 24 û 46) de bi riya Karim Benzema hatin tomarkirin. Gola Chelsea jî di xuleka (40) ji aliyê Kai Havertz ve hat tomarkirin.
Bi vê serkeftina giranbiha, Real Madrîd pir ji nîv-fînalê nêzîk bû û dê li benda lîstika vegerê bimîne ku biryar e 12ê vê mehê li stadiuma Santiago Bernabeu were lîstin.
Di lîstika din de jî, tîma Villarreal a Îspanî şeva borî mêvandariya Bayern Munich kir û bi golekê bê beramber bi ser ket.
Gola Villarreal di xuleka (8) bi riya Arnaut Danjuma hat tomarkirin.
Villarreal ji bo derbasbûna nîvfînalê dê li benda yekalîkirina encama lîstika vegerê a li stadiuma Allianz Arena ya Munich bimîne ku biryar e roja 12ê vê mehê were lîstin.