2 leşkerên Amerîkî li Dêrazorê birîndar bûn

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê radigihîne, 2 leşkerên Amerîkî di êrîşeke nerasterast de li parêzgeha Dêrazorê bûn.

Hêza Karê Hevbeş a Operasyonên Taybet - Levant a Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê li hejmara xwe tora civakî “Twitter” belav kir, “Îro danê sibê, êrîşeke nerasterast li ser hêzên Hevpeymanan li gundê Kesk ê li bakurê rojhilatê Sûriyê kir armanc.”

Diyar kir jî, di êrîşê de 2 leşkerên Amerîkî birîndar bûn. Yek hat dermankirin, yê din jî ji ber birîna di serê wî de, din çavdêriyê de ye.

Hêza Karê Hevbeş a Operasyonên Taybet destnîşan kir jî, lêkolîn derbarê vê bûyer de dest pê kiriye.

Ji aliyê xwe ve Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, şeva borî mîlîşyayên ser bi Îranê ve kêlgeha El-Omer li rojhilatê çemê Ferêt li başûrê rojhilatê Dêrazorê bi 5 mûşekan kir armanc.

Amaje bi wê jî da, hêzên Hepeymaniya Navdewletî bersiva wê êrîşê da û baregehên mîlîşyayan li rojavayê çemê Feratê kirin armanc.