HDP: Armanca me avakirina rêya sêyemîn û tifaqa demokrasiyê ye

kurdistan24.net

Enqere (K24) – Li Tirkiyê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya ku bi girtinê re rû bir û ye berev bi kongreya xwe ya mezin 4emîn kongreya asayî ya bajarê Enqera paytexta Tirkiyê li dar xist. Di kongreyê de hevserokê HDPê da zanîn ku ev deyndarên gelê Kurd in, ew ê pirsa Kurd çareser bikin û aşitiya mezin bînin Tirkiyê. Hevserokê şaxa Enqerê yê HDPê jî da zanîn ku armanca wan avakirina rêya sêyemîn, tifaqa demokrasiyê ye.

Di siyaseta navxweyî ya Tirkiyê de Partiya Demokratîk a gelan HDP ya ku niha li Tirkiyê hewla avakirina tifaqa demokrasiyê dide, Berev bi nêzîkbûna kongreya mezin, kongreyên asayî yên bajar Tirkiye û bakurê Kuridstanê pêk tîne. Di vê çarçoveyê de 4emîn kongreya asayî ya bajarê Enqera paytexta Tirkiyê bi dirûşma dem dema HDPê ye hate lidarxistin. Di kongreyê de li gel beşdarîya dam û dezgehên civakî û endamên partiyên siyasî, wêneyên siyasetmedarên kurd yên ku niha di girtîgehan de ne jî di kongreyê de hatin daliqandin. Di destpêka kongreyê de hevserokê HDPê mîthat sancar axaft û da zanîn ku ev deyndarê gelê Kurd û gelên Tirkiyê ne da ku pirsa Kurd çaraser bikin û aşitiya mezin bînin Tirkiyê.

Hevserokê HDPê Mîthat Sancar got: “Em dibêjin niha dem dema HDPê ye. Em dibêjin werin em bi hev re vê deshilata zordar biguherînin. Em deyndarê gelê Kurd û gelên Tirkiyê ne ku pirsa Kurd bi rêyên demokratîk çareser bikin û aşitiya mezin ava bikin. Li vî welatî di şer û pevçûnên ku ev 40 sal zêdetire berdewam dike de ji her aliyan kesên ku canê xwe ji dest dane hene û em deyndarê wan kesan in ku çareseriyeke demokratîk û aşitiyeke emzin ava bikin. Ji ber vê çendê jî Niha li Enqerê jî dem dema guherînê, dem dema HDPê ye.”

Hevserokê şaxa Enqerê yê HDPê Vezîr Parlak jî da zanîn ku armanca wan avakirina rêya sêyemîn û tifaqa demokrasiyê ye û tevî hemû hewlên girtina partiya wan ew ê alternatîfên nû bidin pêşiya xwe û têkoşîna xwe bi her awayî mezin bikin.

Hevserokê şaxa Enqerê yê HDPê Vezîr Parlak ji K24ê re got: “Wek hûn dizanin li Tirkiyê du tifaq hene ya cumhur û ya Millet em jî rêya sêyemîn tifaqa demokrasiyê ava dikin û vê rêyê jî em dixwazin bibe rêya demokrasî aşitiî û azadiyê. Partiya me ku daza girtinê lê hatiye vekirin ku bigrin xwasteka wan ne nû ye berê de jî gellek partiyên me ava bibin girtin lê bê nebû çareserî û me milekê din bi xurttir tekoşîna xwe meşan û îro jî dê wisa bibe. Bixwazin bigrin negrin gellek plansaziyên me hene û em ê wan plansaziyên xwe bicih bînin.”

Herwiha di 4emîn kongreya sasayî ya bajarê Enqerê ya HDPê de hevserokên heyî Vezîr Parlak û Pakîze Sînemîllî careke din bi piraniya dengên delegeyên HDPê yên bajarê Enqerê wek hevserokên şaxa Enqerê ya HDPê hatin hilbijartin.